1.
bir (bkz: melaye ciziri) şiiridir.
îro ji husna dilberê
dîsa helak û serxweş în
remzên di wê şîrînsurê
sohtim bi pêta ateşîn
sohtim bi berqa lami` e
ew necm û bedra tali` e
şemsa semayê rabi` e
lew pir ji şewqê şewwişîn
pir şewwişandin wê dil e
zulfên siyah ser dan mil e
tora muxalif silsile
selwa `eqarib lê meşîn
selwa `eqarib lê weten
ew nazika nûrînbeden
qendê dirêjin guft û ken
biskan di lê kir baweşîn
biska siyah re`na ye mest
yek dî bi heyran pê ve dest
hemyan bi mestî helqe best
derbendê ew zulfa reş în.
îro ji husna dilberê
dîsa helak û serxweş în
remzên di wê şîrînsurê
sohtim bi pêta ateşîn
sohtim bi berqa lami` e
ew necm û bedra tali` e
şemsa semayê rabi` e
lew pir ji şewqê şewwişîn
pir şewwişandin wê dil e
zulfên siyah ser dan mil e
tora muxalif silsile
selwa `eqarib lê meşîn
selwa `eqarib lê weten
ew nazika nûrînbeden
qendê dirêjin guft û ken
biskan di lê kir baweşîn
biska siyah re`na ye mest
yek dî bi heyran pê ve dest
hemyan bi mestî helqe best
derbendê ew zulfa reş în.
devamını gör...