1.
cegerxwîn şaheseri. buyrunuz:
jinê rabe ser xwe, tu destan vemal
tu rextan girê de li bejna delal
di gel min were da bikin em xebat
li ser min, li ser te felata welat
wekî min tu xoş dawer û bîrewer
dixwazim bi hev re herin ceng û şer
bi tektîk û bîr û bi can û bi dil
bi hev re herin pêş hemî milbimil
ne ko şer dixwazin, ne jî hirç û hov
dixwazin bijîn em wekî her mirov
dema em ji qada xwe derxin neyar
jin û mêr ji nû ve dibin dost û yar
bi rûmet dijîn tev çi mêr û çi jin
li te xoş û pîroz dibit ev bejin
tu şal û qedîfe li bejna xwe ke
şeva serxwebûnê bi cejna xwe ke
berê xo bide xwendin û zanebûn
tu xweş ke bi destê xwe her cî û şûn
li kar be, bi kar be wekî her kesî
gula geş be her dem, ne pel çilmisî
tu hozan û rêzan be ey xwişka can
bi te xweş dibin ev hebûn û cihan
tu rind î, tu gewr î, tu boza min î
tu daxwaz û armanc û doza min î
ez û tu ji hev hatine wek hev in
li pey diçin em, çi roj û şev in
tu pingavê jînî gelek kûr û dûr
tu nexşê evîn î bi pertav û nûr
hezaran ji salan tu piştperde ma
perîşan û bindar û pejmerde ma
li ser te hezar sal e ev toz û gij
li zozanê jîna tet ên berf û mij
tu "xo " û tu "dê " ye xwedê û xwedî
meyandin, keyandin te em bêfedî
serê xwe ji xew rake ey şêremê
bibîne çilo jin dijîn vê demê?
bixwe hem bixwîne, bixe dest xwe dar
li bin destê mêran nemêne hejar
bi dilşoke carek ne zor û qelen
bi hev re bijîn win bi şadî û ken
tu çavên xwe berde yekî xwendevan
belê tev bide wî bi sal û mehan
nebêje ji her kes ku zengîntir e
ku hozan û rêzan bî hê çêtir e
bilindî, ciwanî hebin pir xweş e
belam rûmeta wî ne çerm û leş e
bi destê xwe bigre du sed mûm û find
li her der binêre, çi şar û çi gund
yekî peyde ke, lê bizan ey ciwan
guhê xwe mede bejin û çav û riwan
dilovan û zana û serbest û mêr
di rojên şeran de bibî mêreşêr
çiqa jê re dilnerm û rûgeş bibî
bizane dilê wî bi te xweş dibî
ji wî pê ve dil med kesî, bûyî jin
ji her du rexan ve divê hezkirin
keçanî, jinîtî, ne rengên hev in
di jînê de çê kin bi hev re tevin
di jînê de mêr zanibe kanî ye
tenê zanibe ko te ew aniye
tu pingavê jîn û tu derya evîn
belam çare nîn e, divêtin civîn
kirasek tenik wergire lê bi şev
tu bişkîne jê re şekir lê bi dev
tu pê re xwe berde ji heftê du car
nivîna te jê re nebî kevnewar
pera jê mexwaze, bere ew bidî
tu caran ji wî re mebêje gidî
tu çavên xwe bigre ji kincê biha
nebêje ji wî re dixwazim niha
bi wî re mexwaze herî her dever
ji derve ku hat zû tu rabe ji ber
bi devken û rûgeş bi ber de here
eger dil nexweş bî hinik jê gere
belam jê re şekir ji lêvan birêj
bi nazî û yarî tu pirsan bibêj
li ber wî tu rûne li ber dil bide
tu destê wî bigre hinek tev bide
wî dilxweş bike lê bi nûz û bi naz
ji çavan, ji lêvan tu maçek bixwaz
bi hev re eger win herin carekê
li çayxanekê yan herin barekê
li hawîr venêre hela kî heye?
çi bêjî, tu jê re bibêje we ye
li modan mepirse, tenê paqijî
tu malê xwedî ke bi bîr û mijî
tu rûgeş be kengî ku mêvan hebin
nexwasim, hevalê hevalê te bin?
ku bêjî çi bîne, werîne sivik
tu carek mebê na, bi kîn û bi rik
li malê peyda dibî deyne ber
bi şadî tu dibî wek şeker
tu peyvan bikêşe û paşê bibêj
tu ava riwê şermîkaran merêj
şekir ger dixwazî bibarî ji ken
bipişkêve rengê gulan lêv û çen
bi hirhir meken ger bi xwe karibî
heye ko tu carek jî neçar dibî
bi mêvan re derkev bi şadî û xweş
heta ber derî jî tu pê re bimeş
tu pirsên şirîn, hingivîn jê re bêj
bi nermî bibêje, ne dûr û dirêj
li nik hevnişînê xwe êrîş meke
li dijmin jî qanê xwe tev xîş meke
tu peyvan mebêje gelek pûç û xav
bihûne, birêse, meke wek çirav
tu meşkîne çavan, meke wek tinaz
bibêje û bersiv ji pêşber bixwaz
eger karibî tim li wî guh bidêr
ku gotin ji zîv bin, negotin ji zêr
bi kurtî bibêje, dirêj guh bidê
tu pê re here ta biçî ser sedê
bi kurdî biçûkan tu hîn bike
bi nazî tu zarê xwe şêrîn bike
tu tore bixwîne, bi tore bixwîn
bere dil tijî bit ji vîn û evîn
tu têxe dilê xwe mirovperwerî
çi qenc e ku dûrî neqencî herî
xwe hilke, vemale dema xwarinê
mexe nêv piyanek ku tev naçinê
girarê ku têxe piyana mezin
mehêle ku zarok li ber rabezin
li ser masê deynê, bike rengê bûk
li hawîr tu deyne piyanên biçûk
rast kêr û kevçî, çetel deyne çep
biçûk çê ke parî bicû xweş di gep
bi kêr û çetel jê ke goşt lê bixwe
eger ko mirîşk bî bi destan bixwe
bixwe lê mijûl be bi bîna fireh
tu şênî bixwî pê re hê çêtir e
biçûkan li ser kursiyan deyne tev
eger ko nikarî bixwî têxe dev
gelek baş e zarok di gel we bixwin
ku mêvan hebin çêtir e ku nexwin
li pey xwarinê fêkîyek ger hebî
bixwin ko li we ev xweşî zêde bî
eger ko nebî çayekê çê bikî
eger bîn fireh bî ku dest pê dikî
devê xwe bi firçê bişo xwişke can
bila bê qerêj bin ziman û diran
bi sabûnê destan bişo pak û rind
li bajêr bijî yan li kon û li gund
divê paqijî tim li bîra te bî
ji bo ko di malê xweşî zêde bî
xesû, jinbir û jintî û ew hewî
ji bîra xwe bavêj nema lewlewî
bi hev re bijîn wek xweh û wek bira
di malê xwendin hebî ew çira
tu hîn be hemî tiştê baş ê kevin
teşî ristin û jendin û hem tevin
di ber ve hemî tiştê nû çê dibin
jin û mêr bi hev re gerek hîn bibin
tu çav bermede destê bav û bira
li cem xwe meke wek senem tim pera
eger hatin te bi destê te bî
ew ê rûmeta te gelek zêde bî
binêre ji mêşê ku têt hingivîn
li cem her kesî ew dibî wer şirîn
jinê rabe ser xwe, tu destan vemal
tu rextan girê de li bejna delal
di gel min were da bikin em xebat
li ser min, li ser te felata welat
wekî min tu xoş dawer û bîrewer
dixwazim bi hev re herin ceng û şer
bi tektîk û bîr û bi can û bi dil
bi hev re herin pêş hemî milbimil
ne ko şer dixwazin, ne jî hirç û hov
dixwazin bijîn em wekî her mirov
dema em ji qada xwe derxin neyar
jin û mêr ji nû ve dibin dost û yar
bi rûmet dijîn tev çi mêr û çi jin
li te xoş û pîroz dibit ev bejin
tu şal û qedîfe li bejna xwe ke
şeva serxwebûnê bi cejna xwe ke
berê xo bide xwendin û zanebûn
tu xweş ke bi destê xwe her cî û şûn
li kar be, bi kar be wekî her kesî
gula geş be her dem, ne pel çilmisî
tu hozan û rêzan be ey xwişka can
bi te xweş dibin ev hebûn û cihan
tu rind î, tu gewr î, tu boza min î
tu daxwaz û armanc û doza min î
ez û tu ji hev hatine wek hev in
li pey diçin em, çi roj û şev in
tu pingavê jînî gelek kûr û dûr
tu nexşê evîn î bi pertav û nûr
hezaran ji salan tu piştperde ma
perîşan û bindar û pejmerde ma
li ser te hezar sal e ev toz û gij
li zozanê jîna tet ên berf û mij
tu "xo " û tu "dê " ye xwedê û xwedî
meyandin, keyandin te em bêfedî
serê xwe ji xew rake ey şêremê
bibîne çilo jin dijîn vê demê?
bixwe hem bixwîne, bixe dest xwe dar
li bin destê mêran nemêne hejar
bi dilşoke carek ne zor û qelen
bi hev re bijîn win bi şadî û ken
tu çavên xwe berde yekî xwendevan
belê tev bide wî bi sal û mehan
nebêje ji her kes ku zengîntir e
ku hozan û rêzan bî hê çêtir e
bilindî, ciwanî hebin pir xweş e
belam rûmeta wî ne çerm û leş e
bi destê xwe bigre du sed mûm û find
li her der binêre, çi şar û çi gund
yekî peyde ke, lê bizan ey ciwan
guhê xwe mede bejin û çav û riwan
dilovan û zana û serbest û mêr
di rojên şeran de bibî mêreşêr
çiqa jê re dilnerm û rûgeş bibî
bizane dilê wî bi te xweş dibî
ji wî pê ve dil med kesî, bûyî jin
ji her du rexan ve divê hezkirin
keçanî, jinîtî, ne rengên hev in
di jînê de çê kin bi hev re tevin
di jînê de mêr zanibe kanî ye
tenê zanibe ko te ew aniye
tu pingavê jîn û tu derya evîn
belam çare nîn e, divêtin civîn
kirasek tenik wergire lê bi şev
tu bişkîne jê re şekir lê bi dev
tu pê re xwe berde ji heftê du car
nivîna te jê re nebî kevnewar
pera jê mexwaze, bere ew bidî
tu caran ji wî re mebêje gidî
tu çavên xwe bigre ji kincê biha
nebêje ji wî re dixwazim niha
bi wî re mexwaze herî her dever
ji derve ku hat zû tu rabe ji ber
bi devken û rûgeş bi ber de here
eger dil nexweş bî hinik jê gere
belam jê re şekir ji lêvan birêj
bi nazî û yarî tu pirsan bibêj
li ber wî tu rûne li ber dil bide
tu destê wî bigre hinek tev bide
wî dilxweş bike lê bi nûz û bi naz
ji çavan, ji lêvan tu maçek bixwaz
bi hev re eger win herin carekê
li çayxanekê yan herin barekê
li hawîr venêre hela kî heye?
çi bêjî, tu jê re bibêje we ye
li modan mepirse, tenê paqijî
tu malê xwedî ke bi bîr û mijî
tu rûgeş be kengî ku mêvan hebin
nexwasim, hevalê hevalê te bin?
ku bêjî çi bîne, werîne sivik
tu carek mebê na, bi kîn û bi rik
li malê peyda dibî deyne ber
bi şadî tu dibî wek şeker
tu peyvan bikêşe û paşê bibêj
tu ava riwê şermîkaran merêj
şekir ger dixwazî bibarî ji ken
bipişkêve rengê gulan lêv û çen
bi hirhir meken ger bi xwe karibî
heye ko tu carek jî neçar dibî
bi mêvan re derkev bi şadî û xweş
heta ber derî jî tu pê re bimeş
tu pirsên şirîn, hingivîn jê re bêj
bi nermî bibêje, ne dûr û dirêj
li nik hevnişînê xwe êrîş meke
li dijmin jî qanê xwe tev xîş meke
tu peyvan mebêje gelek pûç û xav
bihûne, birêse, meke wek çirav
tu meşkîne çavan, meke wek tinaz
bibêje û bersiv ji pêşber bixwaz
eger karibî tim li wî guh bidêr
ku gotin ji zîv bin, negotin ji zêr
bi kurtî bibêje, dirêj guh bidê
tu pê re here ta biçî ser sedê
bi kurdî biçûkan tu hîn bike
bi nazî tu zarê xwe şêrîn bike
tu tore bixwîne, bi tore bixwîn
bere dil tijî bit ji vîn û evîn
tu têxe dilê xwe mirovperwerî
çi qenc e ku dûrî neqencî herî
xwe hilke, vemale dema xwarinê
mexe nêv piyanek ku tev naçinê
girarê ku têxe piyana mezin
mehêle ku zarok li ber rabezin
li ser masê deynê, bike rengê bûk
li hawîr tu deyne piyanên biçûk
rast kêr û kevçî, çetel deyne çep
biçûk çê ke parî bicû xweş di gep
bi kêr û çetel jê ke goşt lê bixwe
eger ko mirîşk bî bi destan bixwe
bixwe lê mijûl be bi bîna fireh
tu şênî bixwî pê re hê çêtir e
biçûkan li ser kursiyan deyne tev
eger ko nikarî bixwî têxe dev
gelek baş e zarok di gel we bixwin
ku mêvan hebin çêtir e ku nexwin
li pey xwarinê fêkîyek ger hebî
bixwin ko li we ev xweşî zêde bî
eger ko nebî çayekê çê bikî
eger bîn fireh bî ku dest pê dikî
devê xwe bi firçê bişo xwişke can
bila bê qerêj bin ziman û diran
bi sabûnê destan bişo pak û rind
li bajêr bijî yan li kon û li gund
divê paqijî tim li bîra te bî
ji bo ko di malê xweşî zêde bî
xesû, jinbir û jintî û ew hewî
ji bîra xwe bavêj nema lewlewî
bi hev re bijîn wek xweh û wek bira
di malê xwendin hebî ew çira
tu hîn be hemî tiştê baş ê kevin
teşî ristin û jendin û hem tevin
di ber ve hemî tiştê nû çê dibin
jin û mêr bi hev re gerek hîn bibin
tu çav bermede destê bav û bira
li cem xwe meke wek senem tim pera
eger hatin te bi destê te bî
ew ê rûmeta te gelek zêde bî
binêre ji mêşê ku têt hingivîn
li cem her kesî ew dibî wer şirîn
devamını gör...