1.
bir (bkz: cegerxwîn) şiiridir.
agirê derdê te îro
suhtime wek pir-pirîk
awirên wan herdû çavan
dil vekirne sed berîk
sed derî dadan li ber min
da ku neghêm dilberê
qet nikarîbû vekim
ez li ber xwe yek derîk
min di destê gulfiroşan
dî gulek rûgeş-bi ken
mal û can min dan bihayê
sorgula geş bê şirîk
min nizanî ko li hawîr
wê hene xar û kelem
bûye çil sal ko bi wê
xarê ve ez mayim xerîk
min dixwest ez bîn bikim
wê sorgula nazdar û geş
lê ji destê min revandi
sorgula min ser-serik
pîr û kal im ez, nikarim
jê bixwazim wê bi zor
min bi lav-lav daye pey wî
nadî dest min ew perîk
min li nêv van şax û deştan
çandibûn hin: nîsk û nok
çîqreşan carek li ser
danîn û xwarin hêj firîk
navbera herdu çema
qada mi bû, lê ez çikim
dijminê dijwar û serdest
nadî dest min: omerîk
garisê avî me çand û
serbilind bû, zû giha
lê ji hawîr ref bi ref
danîn li ser çûk û çivîk
garisek bê harisek ez
dê çi bênim bênderê ?
koç û kerwan tên di ber ve
jêdikin her yek serîk
min dil û gurçik kirîbûn
ko ji bo xo bikme şîv
kûçik û tajî û tola
tev birin, ma ker-kerîk
kiliwek nanê genim
ko min ji nanpêjan kirî
parsek û kor û kulek
ew tev revandin,ma kerîk
ey cegerxwîn, ka ji vê jînê
çi zanî ezbenî ?
şox û şeng e, pir çeleng e
nazedar û sur-perîk
agirê derdê te îro
suhtime wek pir-pirîk
awirên wan herdû çavan
dil vekirne sed berîk
sed derî dadan li ber min
da ku neghêm dilberê
qet nikarîbû vekim
ez li ber xwe yek derîk
min di destê gulfiroşan
dî gulek rûgeş-bi ken
mal û can min dan bihayê
sorgula geş bê şirîk
min nizanî ko li hawîr
wê hene xar û kelem
bûye çil sal ko bi wê
xarê ve ez mayim xerîk
min dixwest ez bîn bikim
wê sorgula nazdar û geş
lê ji destê min revandi
sorgula min ser-serik
pîr û kal im ez, nikarim
jê bixwazim wê bi zor
min bi lav-lav daye pey wî
nadî dest min ew perîk
min li nêv van şax û deştan
çandibûn hin: nîsk û nok
çîqreşan carek li ser
danîn û xwarin hêj firîk
navbera herdu çema
qada mi bû, lê ez çikim
dijminê dijwar û serdest
nadî dest min: omerîk
garisê avî me çand û
serbilind bû, zû giha
lê ji hawîr ref bi ref
danîn li ser çûk û çivîk
garisek bê harisek ez
dê çi bênim bênderê ?
koç û kerwan tên di ber ve
jêdikin her yek serîk
min dil û gurçik kirîbûn
ko ji bo xo bikme şîv
kûçik û tajî û tola
tev birin, ma ker-kerîk
kiliwek nanê genim
ko min ji nanpêjan kirî
parsek û kor û kulek
ew tev revandin,ma kerîk
ey cegerxwîn, ka ji vê jînê
çi zanî ezbenî ?
şox û şeng e, pir çeleng e
nazedar û sur-perîk
devamını gör...