1.
mehmet çobanoğlu şiiridir.
keçê were dînê were, demsal sare zivistane
her der mije û dûmane dengê guran, wawîkane
reşa minê qemera min; gula minê rûkena min
baran barî çilk lê hûre, kirasê te pir zirave
keçê were me derenge, nesekine derva sare
berf dibare pir bagere, dervamayî qet nekare
mircana min dilê minî şêrînê tu roja minî
diz hatin tev te digerin, guhê te de zêr guhare
rindê were ez qurbanê; koçê me hatin rewan ê
pêşberê malan newale, av herîkî nav şewan ê
kewa minê kevoka min berxa minê xezala min
nesekine pir lez were keçê têkeve navmalê
qemerê navpişt kemerê em dixwazin tu zû were
gundê me jî ber zinar e cîranê gundê me xar e
binevşa min şîlana min welatê me kurdîstan e
heyfe nesekine were, pêşenda me xweş bihar e

devamını gör...