hoşeng broka eseridir.

ji wexta ku yar hilperikî
xwîna te;
ya dîn,
fereh,
û bilind... û hey bilind,
te berrî û çolistan li xwe kirin,
mîna "xirqeyekî" ji reşa ebedê.
ji eşqa wê;
ya fereh,
hicrikane,
û bejî ve;
ya kesk û dirêj,
ji nimêja dara zeytûnê,
defa derwêşan,
ayetên ji agir,
û heyranokên
qereçiyan,
tu…
bi xapandina aliyan hisiyayî:
tu bûyî nêrgizeke aşiqan e,
û li kolanên paytextên xweliyê;
paytextên, ku li dirêjahiya xwîna te;
ya xwînî,
bazdayî,
û bê destûr,
destdirêjiya jana te,
dikirin;
paytextên heta hetayê,
ber bi jor ve,
ketî,
heta hetayê,
di pêjna xwîna te de,
sil,
û heta hetayê,
di zengelorka stirana te de,
gij;
paytextên xewnên ji kevir;
cejnên ji kevir;
ayet û nimêjên ji kevir;
evîna ji kevir;
maç û lêvên ji kevir;
henas û hembêzên ji kevir;
çavên ji kevir;
bendemana ji kivir;
civan,
silav,
û rondikên ji kevir;
paytextên ebedê;
yên ku ji aliyên we,
nêzîk;
ji xwîna we,
nêzîk;
ji birîna we,
nêzîk;
ji pêjna navên we,
henek,
laqirdî,
û maçên we,
nêzîk;
ji ketin û rabûnên we,
derbasbûnên we;
yên sext û dirêj,
bazdanên we,
têkçûn,
û mirinên we;
yên xweşik, şêrîn
û mezin,
nêzîk.
li wir…
li axên ku ji xwedê re,
seyr û xerîb,
te...
ji bêrîkirina wan;
bêrîkirina "yên din",
bêrîkirineke,
ku ber bi te ve biherike;
ber bi te ve bixeyide,
û... ber bi te ve
aliyan
kesk,
û haşt bike,
bi xwîneke bilind,
û bi şewat,
wek silava êvarê,
stira..
û stira…
û stira….

ji wexta ku aliyan,
fereh û mezin,
xwîna te,
çinîn;
fereh û mezin,
dest avêtin liqata navê te;
fereh û mezin,
xwe di girrê keskê te dan;
fereh û mezin,
keskê navê te,
keskê dînîtiya te,
keskê birîn,
xewn,
û sirûdên te,
dan ber devê sorê nemanê;
fereh û mezin,
melûliya te;
ya neqam,
qam kirin;
fereh û mezin,
girtin ser êşa te;
ya bilind,
xweşik,
û gihayî;
fereh û mezin,
dîlok,
silava sibehên ji pêjna qehwê,
û maçên ji hesreta gulgeniman,
di lêvên te de,
kuştin;
ûûû.. fereh û mezin,
li çarmedora xwîna te,
hatin vedan
û zûriyan:
mîna çar xwedê xapandin;
çar bayên haaar derreh;
çar hetîketiyên dirêêêj kêr;
çar mirin sînor;
çar saw taristan;
çar reş peymangirêdan;
çar zer serok,
qinare,
qamçî,
potîn,
û zindan.
ji wê wexta, ku aliyan bazdan
xwîna te;
ya tûj,
mîna janeke hisûtî,
tazî,
mîna baranê,
kovî,
mîna birîna "siyamendê silîvî",
dirêj,
mîna mirinê,
û hişîn,
mîna gavên yara te,
tu...
hilperikî ser memikên yara xwe;
yên berz,
mîna du "darên herherê",
û te...
tiliya xwe;
ya navê,
ku hîna dûwê şkestinên te jê diçû,
şil dikir,
û li bin guhên cihan;
yên pîroz
û nepîroz,
divenand.
te qûça wan di hemî qublegehan de,
kola,
nifireke zer,
û fereh,
ji bêminetiyê.

yar....
di kinarên navê te;
yê dûûûr,
lezok,
û bê sebir de,
payîzeke qert,
û bilind,
ji gombûnê bû/
cejneke fereh,
û dirêj,
ji bîra çarşemê
û tembîknameyên miriyan
bo zindiyên wan bû /
saleke teng
û xeyidî,
ji çinîna axaftinê bû,
wexta ku ew di serê tilîkên we de,
digeha /
û giriyekî fereh
û nêzîk,
ji keskahiya silava mirinê bû.
li wir…
li cejnên giran, ku alî,
bê destûr,
di xwîna te de, hatibûn vegirtin
ew cejnên zirmezin,
wek hatina qederê;
yên ku ji pêjna navê yara te,
yê keskane,
û genimî,
havî,
tu bûyî çar hezar çarşem serdangeh;
çar hezar kuştin dîrok;
çar hezar xwîn nexşe;
û çar hezar xwekuştin
navên xwedê,
û çavlirêman...
li seranserî berriya dilê te;
ya tozperest,
"basimbarek" ji xwîna ezelê bû.

yara te ...
stiranek nerm,
û havrêşmî
ji nalîna çeman bû /
sozeke fereh,
ji sebra çiyan bû /
birîneke dirêj,
ji xencera xeman bû /
hisreteke dûr,
ji hembêzkirina herdu aliyên
"xetê" bû /
û welatekî nêzk,
hîn nebariyayî,
ji keskê paşila hicrikan bû.
ji mêj de;
ji berî kûrênên
agir,
ba,
ax,
û avê ve,
ew di lêvên yezdanekî ji gunehan de,
hatibû miçiqandin,
û.. te nizanîbû !
di wê serdema yûz û gunehkar de,
dema ku ne şev,
ne "dîkê erş",
û ne jî "gayê esîmanan",
li pîngepînga "eştarê",
ku berzûrî "temûzê" xwe dibû,
hişyar nedibûn,
wê demê,
ew ...
welatek çarşem û "berat" bû,
di paşila wî yezdanê serhişk,
û têrnegiryayî de.
û dilê te…
mîna dehleke ji payîzê,
her bi bêrîkirina wê
dinefilî.
bi govendên xwazgîniyên "tawisan",
meyşerbeta "şerbikan",
û hilma birînên baranê re,
tu mest û serxweş dibûyî /
tu dibûyî sermedîbûnek ji "semayê",
û ha ha li dora êşa wê,
difitilî.

yara te…
êşeke mişt endekof û baran bû /
birisîneke har bû,
di cergê tavsorkê de/
xatirxwestineke bê civan,
şêrîn,
û belawela bû,
di pêxên xeweke dûr,
terr,
û hişîn de,
û keskesor,
ji hilatê heta bi hilatê,
nexweşa te;
ya rojane bû.
dilê te…;
yê ku bi xwîna xecxecokan,
li dêv,
her roj,
bîst û çar kathejmêran,
di semaya bendewariya hilatina
êşên we de;
yên xweşik
fereh,
bilind,
û mezin,
wek eşqa te,
d
i
f
e
r
f
i
t
î.
ji dema ku alî, ber bi te ve,
herikîn:
herikîn xwîna te;
herikîn birîna te;
herikîn navê te;
herikîn sûnd,
soz,
û biryarên te;
herikîn eşqa te;
ya ku li aliyekî wê "derwêş",
û li aliyê din keskahiya dilê "edûlê"/
eşqa mişt êvarên ji hîroyê;
mişt şevên ji "hawma"
û razana fereh;
mişt berbangên ji zengil,
û mişt gavên payîzê /
ew eşqa hişîn,
wek dilê te;
ku her goristan,
di stuhê minare,
dêr,
û bajaran de,
mîna xwîneke dadayî,
vêdiket /
ew eşqa, ku li rojên tewaf û erefatan,
di serê ziyaretgeh û hicrikan de,
bi xewnên te û hechecîkan,
kesk dibûn.
ji wê wextê / eşqê ve,
tu bûyî kêlika istan
û aliyan:
demên te,
bûn demine aliyan e;
cîgehên te,
bûn cîgehine aliyan e;
xwedawendên te;
yên xwejibîrkirî,
wek bextê dinyayê,
bûn xwedawendine aliyan e;
û heta bi aliyên te,
ji hilperikandina roja tevizî
bi milên şefeqan ve,
heta dexdixandina birînên êvariyan,
bûn alîne aliyan e.
weha…
tu şemitî nimêja mirinê,
û "tesabîh û terawîhên"
serserîtiya
aliyan,
û her ku tu ber bi sucdekirina
ji "qiblegehekê" re,
dizûriyayî,
tu dibûyî aliyekî gizîkirî,
di kemîna
herçar aliyên
x
e
z
e
b
ê de.
weha tu bariyayî,
welatek,
ji eşqa hişîn,
û ji serûçikên xunavê;
xunava ku bi xwîna te,
vêketî,
te qûça aliyan
hilda
hilda
hildaaaa.
devamını gör...

bu başlığa tanım girmek için olabilirsiniz.

zaten üye iseniz giriş yapabilirsiniz.

normal sözlük'ü kullanarak 3. parti dahil tarayıcı çerezlerinin kullanımına izin vermektesiniz. Daha detaylı bilgi için çerez ve gizlilik politikamıza bakabilirsiniz.

online yazar listesini görmek için lütfen giriş yapın.
zaman tüneli köftehor rehberi portakal normal radyo kütüphane kulüpler renk modu online yazarlar puan tablosu yönetim kadrosu istatistikler iletişim